Franse berdewam dibe li ser piştîvanî kirina Kurdistanê

Franse berdewam dibe li ser piştîvanî kirina Kurdistanê.
کوردستان TV
100%

Macron di demeke nêz de serdana Kurdistanê dike.

Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî roja pêncşemê li ser wexandina fermî ya Serokê Frfanseyê Emmanuel Macron serdana vê welatî kir.

Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî duhê înê li Parîsê li gel Serokkomarê Franse û rayedarên din yên vê welatî civiya û Serokkomarê Franseyê wexwand Kurdistanê û Macron jî ev daxwaza han qebûl kir.

Di civînan de giftûgo derbarê têkiliyên navbera herêma Kurdistan û Franseyê, têkiliyên Franseyê yên li gel Îraq û herêma Kurdistanê, rêkeftina steratejîkî ya Franseyê ya li gel Îraqê û çawetiya berfiretir kirina têkiliyên han hate kirin.

Serokê herêma Kurdistanê piştî civîna xwe ya li gel Macron li gel rayedarên din yên Franseyê weke wezîrê berevanî yê vê welatî jî civiya.

Di civînan de giftûgo derbarê metirsiyên terorê, hevbeşî û hemahengiya Franseyê li gel Kurdistanê û piştîvaniyên berdewam yên Franseyê bo hêzên pêşmerge bi taybetî piştîvaniya vê welatî bo serxistina reformên nava wezareta pêşmerge hate kirin.

Her di civînan de rayedarên Frensî tekez li ser berdewamiya piştîvaniya xwe bo herêma Kurdistan û hêzên pêşmerge kirin.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.