Serokê herêmê û balyoza Amerîkayê civiyan

behsa girîngiya parastina asayîşa hêzên hevpeymanan û nuneratiyên dîplomatîkî kir.
کوردستان TV
100%

Behsa rewşa deverê kirin.

Îro li Hewlêrê Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya balyoza Amerîkayê li Îraqê Alina Romanowski kir.

Di civînê de ku, Konsulusê Amerîkayê yê li Hewlêrê jî têde beşdar bû, her du aliyan giftûgo derbarê pêşde birina têkiliyên herêma Kurdistan û Îraqê li gel Amerîkayê di çarçoveya rêkeftina steratejîk ya di navbera Îraq û Amerîkayê de kir.

Her di heman civînê de her du alî tekez li ser berdewamiya hemahengî û hevbeşî bo parastina ewlekariya hêzên hevpeymanan û nuneratiyên dîplomatîkî li Îraqê kir.

Di berdewamiya civînê de giftûgo derbarê rewşa navxweyiya Kurdistanê û rewşa giştî ya deverê hate kirin.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.