Balefirên B1B gehêştine Tirkiyeyê

sê cure balefir û du cure tankên metirsîdar şandiye Tirkiyeyê.
کوردستان TV
100%

Amerîka amadekariyên şereke mezin dike.

Li gor çapemeniya Tirkiyeyê di çarçoveya şerê navbera Îsraîl û Hemasê de, Amerîka jî dest bi amadekariyên şereke mezin kiriye û piştî şandina hêzeke gelek zêde bo rojhilatê behra spî vê carê Amerîka dest bi şandina hêz bo navenda xwe ya leşkerî ya Încirlîkê kiriye.

Çapemeniya Tirkiyeyê diyar kiriye ku, hijmareke balefirên metirsîdar yên ceng û bordimanê yên Amerîkî duhê gehêştine Încîrlîkê li Tirkiyeyê.

Ev balefirên han balefirên cengî yên B1B ku, di cureya xwe de gelek metirsîdar û pêşkeftiye.

Herwiha Amerîka tankên KC135, F16 û Falcon jî şandiye încîrlîkê.

Rojhilata navîn Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.