Dibêje di operasiyona bejahî de hatine kuştin.
Artêşa Îsraîlê îro çarşem ragihand ku, operasiyona wan ya bejahî ya dijî Hemasê li Xezeyê berdewame û artêşa Îsraîlê kariye pêşrewiyeke baş bike.
Artêşa Îsraîlê diyar kiriye ku, 9 leşkerên wan di nava vê operasiyonê de ji aliyê çekdarên Hemasê ve hatine kuştine.
Di berdewamiya daxuyaniya han de hatiye diyarkirin ku, 4 leşkerên din jî birîndar bûne û çekdarên Hemasê bi mûşek êrîşî ser leşkerên Îsraîlî kiriye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin