Mesrûr Barzanî: Em piştîvaniya vê biryara han dikin

dibêje hewlên me bo yeksaniyê berdewam dibin.
کوردستان TV
100%

Beşdarî di merasîma salvegera der kirina biryara 1325 ya civata ewlekariyê kir.

Îro li Hewlêrê bi Organîzatoriya civata bilind ya karûbarên jinan li Kurdistanê merasîmek bo salvegera der kirina biryara 1325 ya civata ewlekariya Netewên Yekgirtî ya taybet bi tundûtîjiya dijî jinan û bandorên şer li ser rewşa jinan hate lidarxistin.

Di merasîmê de Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî amadebû û gotarek jî pêşkêş kir û ragihand ku, armanc ji vê biryara han pêşî girtin ji tundûtîjiya dijî jinane lewre hikûmeta herêma Kurdistanê jî her cure gavek bo cîhbicîh kirina vê biryara han davêje û piştîvaniya vê biryarê dike.

Serokwezîr di berdewamiya gotara xwe de ragihand ku, salaneke dirêje ku, Kurdistan û gelê Kurd rastî karesat û malwêraniyê hatine û jinên Kurd jî para herî mezin ji vê yekê wer girtine lewre em hem weke gel û him jî weke hikûmet bi her awayî hewl bo nehêştina tundûtîjî dijî jinan didin û di dema şerê DIŞIê de jî me hertim hewl bo pêşî girtin ji tundiya dijî jinan kiriye û piştî azadiya Şingalê jî bi Fermandariya Serok Barzanî hewlên me bo rizgar kirina jinên revandî ji aliyê terorîstên DIŞIê ve berdewam bûn û niha jî berdewamin.

Serokwezîr di berdewamiya gotara xwe de tekez li ser vê yekê kirk u, hikûmeta herêma Kurdistanê girîngiyeke gelek zêde dide maf û azadiya jinan bêyî ti cudatiya olî, etnîkî û îdolojîkî û jinên Kurdistanê bi tavahiya pêkhateyên xwe ve di qonaxên curbicur de xwedan roleke gelek girîng bûne.

Mesrûr Barzanî ev yek anî ziman ku, peyama me hertim peyama aştî bûye û me hertim piştîvaniya yeksaniya cinsî û afirandina derfetên yeksan bo jinan di warên curbicur de kiriye û li ser vê yekê jî berdewam dibin.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.