Mesrûr Barzanî: Kerta pîşesazî pêş de dibin

zêdetir ji sedî 15 karmendên vê kargehê jinin.
کوردستان TV
100%

Îro kargeheke mezin ji aliyê Serokwezîr ve hate vekirin.

Îro li Hewlêrê bi merasîmeke fermî Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî kargeheke mezin bi navê kargeha Fabyab vekir.

Ev kargeha han bo dubare bikar anîna paşmayiyên karton û çê kirina paket û kartonane.

Zêdetir ji sedî 85 berhemên vê kargehê navxweyîne û dostên jîngehê ne.

Di merasîma vekirinê de Serokwezîr gotarek pêşkêş kir û ragihand ku, hikûmeta berdewame li ser hewlên xwe bo pêşde birina kerta pîşesazî û her cure karasaniyek bo hêlbirênerên navxweyî û biyanî tê kirin daku, di kerta taybet de kar û projeyên xwe pêşde bibin.

Serokwezîr herwiha eşkere kir ku, vekirina wan cure kargehan vê fêdeyeke gelek baş bigehîna kerta giştî û derfetên karî jî diafirênin.

Serokwezîr herwiha diyar kir ku, ev kargeh dikare rojane yek miliyon metre karton çê bike û zêdetir ji sedî 15ê karmendên vê kargehê jî jinin.

Mesrûr Barzanî diyar kir ku, lazime di çê kirina berheman de pîwan liber çav werin derbaskirin û berhem baş bin daku, hikûmet jî bikarêbe wan henarde bike jiber ku, daxwaziyeke gelek zêde li ser berhemên Kurdistanê heye.

Nûçe Kurdistan Aborî

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.