Amerîka: Niha ne demê agirbestê ye

dibêje Îsraîl li ser ji nav birina Hemasê biîsrare.
کوردستان TV
100%

Tankên Îsraîlê jî gehêştine Xezeyê.

Şerê navbera Îsraîl û Hemasê berdewame û di vê çarçoveyê de artêşa Îsraîlê piştî çend caran cerbandinê bi yekcarî lê bi awayeke sînordar dest bi operasiyona bejahî dijî Hemasê li Xezeyê kir.

Li gor çapemeniya Îsraîlî niha tankên vê welatî li ber deriyê bajarê Xezeyê ne û operasiyona xwe didomînin.

Di derbarê daxwazên ragihandina agirbestê de jî Amerîka bersif da û ragihand ku, niha dem ne dema ragihandina agirbestê ye jiber ku, tenê komên cîhadî û îslamî fêde ji vê yekê werdigirin.

Ji aliyê xwe ve Serokwezîrê Îsraîlê Benjamîn Netanyahu jî diyar kiriye ku, heta Hemasê bi tamamî ji nav nebin agirbest ranagehînin jiber ku, ragihandina agirbestê bi wateya qebûl kirina terora Hemasê ye.

Nûçe Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.