Îro diçe Qeterê û sibê jî diçe Tirkiyeyê.
Li gor çapemeniya Îranî biryare bi mebesta giftûgo kirin derbarê şerê navbera Îsraîl û Xezeyê de îro wezîrê derve yê vê welatî serdana Qeterê bike û li gel rayedarên Qeterê bicive.
Çapemeniya Îranî herwiha eşkere kiriye ku, wezîrê derve Emîr Husên Ebdulahiyan piştî Qeterê vê serdana Tirkiyeyê jî bike û li gel rayedarên Tirkiyeyê behsa şerê navbera Îsraîl û Qeterê bike.
Weke tê zanîn Îran, Qeter û Tirkiye sê welatên deverêne ku, bi her awayî piştîvaniya Hemasê dikin û beriya du rojan Serokkomarê Tirkiyeyê Receb Teyyib Erdogan jî gef li Îsraîlê kiribû û gotibû mimkune şevek ji nîşkave emê êrîşî ser Îsraîlê bikin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin