Di encama bersivandina QSD'ê êrişeke çeteyên hikumeta Şamê li dijî rojhilatê Dêrazorê li aliyê rojavayê çemê Firatê de 19 çete hatin kuştin û 20 jî birîndar bûn.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) têkildarî êrişa çeteyan a li dijî gund û bajarokên Ebû Herdob, Zîban û Ebû Hemam ên rojhilatê Dêrazorê, daxuyaniyek li ser malpera xwe ya fermî parve kir.
QSD'ê di daxuyaniyê de aşkera kir ku di bersivandina êrişê de 3 şervanên wan şehîd bûne. Her wiha got ji ber ku topeke çeteyan li malekê ketiye 4 şehîd bûn û 10 din birîndar bûn.
Li gor ajansa anhayê daxuyaniya QSD wiha ye: Çeteyên rejîma Sûriyeyê û hêzên ewlehiyê yên girêdayî wê îro bi top, hawan û doşkayan li dijî gund û bajarokên; Ebû Herdob, Zîban û Ebû Hemam êriş pêk anîn, di encamê de windahî, çêbûn.
Êriş sibeha îro saet di 05:00'an de ji 3 aliyan ve dest pê kir. Çeteyan ji gund û bajarokên Sibêxan, Diwêr û Meyadînê yên rojavayê çemê Firatê û di bin kontrola rejîma Sûriyeyê de êriş kirin. Hemwextî êrişkirina bi top, hawan û doşkayan, çeteyan hewl da derbasî herêmên me bibin, bi taybetî gund û bajarokên; Ebû Herdob, Zîban û Ebû Hemam ên rojhilatê çemê Firatê.
Hêzên me hewldanên derbasbûna çeteyan têk birin û pevçûn di navbera wan de derket. Di encamê de 19 çete hatin kuştin, ji wan 6 li navçeya Zîbanê û 13 li gundê Ebû Herdob, her wiha keştiyek ku çete tê de bûn hat rûxandin û 20 çete, ji wan serçeteyê bi navê Merwan El Fadil ku yek ji berpirsên çeteyên "Usûd El Şerqiyê" yên rejîma Sûriyeyê ye, hatin birîdarkirin.
Di êrişê de topeke hawanê li ser xaniyê welatiyekî ket, di encamê de 4 sivîl şehîd bûn û 10 jî birîdar bûn, her wiha di encama bersivandinê de 3 şervanên me şehîd bûn.
Em piştrast dikin ku hêzên me ji bo parastina aramî û ewlehiya herêmê dê her tê bikoşin û hemû planên li dijî aramiya herêmê û şêniyan têk bibin."
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin