Muqteda Sedir daxwaza daxistina balyozxaneya Amerîkayê kiriye.
Di çarçoveya şerê navbera Hemas û Îsraîlê de aliyên Îraqî jî piştîvaniya xwe bo Hemasê diyar dikin.
Di vê çarçoveyê de Serokê tevgera Sedir Muqteda Sedir rexne li hikûmeta Îraqê kiriye û ragihandiye ku, helwesta hikûmetê li hember şerê han lawaze.
Sedir herwiha daxwaz kiribû ku, bilez balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayê were daxistin.
Di vê derbarê de Peyvdarê hikûmeta Îraqê Basim Ewadî ragihandiye ku, daxistina balyozxaneya Amerîkayê şaştiyeke mezine û dibe sedema hilweşandina Îraqê.
weke tê zanîn hin aliyên Îraqî jî xwe bo şerê dijî Îsraîlê amade kirine û gefê li Amerîka û Îsraîlê dikin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin