Du navendên leşkerî hatine jinav birin.
Li gor çapemeniya Îsraîlê îro duşem danê sibê artêşa Îsraîlê ji aliyê Colanê ve êrîşî ser du navendên leşkerî yên rejîma Sûriyeyê kiriye.
Her çend Sûriye dibêje ku, ev navendên han yên artêşa rejîma Sûriyeyê ne, lê artêşa Îsraîlê dibêje ev her du navendên han yên çekdarên rejîma Îranê bûne û xwe amade kiribûn ku, ji wir ve êrîşî ser Îsraîlê bikin.
Ev her du navendên han li Derayê bûne ku, hefteya derbasbûyî jî Amerîka dîsa liwir êrîşî ser du navendên din yên çekdarên Îranî kiribû.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin