Li gel aliyên têkildar yên Bexdayê dicive.
Piştî paş xistina şandina pereyên herêma Kurdistanê ku, hikûmeta herêmê û Bexda li ser lihev kiribûn, biryare îro şanda danûstandinkar ya hikûmeta Kurdistanê bi mebesta giftûgo kirin û pirsîna sedema paş xistina şandina vê pereyê biçe Bexdayê û li gel aliyên têkildar yên li Bexdayê bicive.
Şanda danûstandinkar ya hikûmeta herêma Kurdistanê bi Serokatiya wezîrê darayî diçe Bexdayê û li gel aliyên din yên federalî li Bexdayê derbarê mûçe û şayîsteyên darayî yên herêma Kurdistanê de dicive.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin