Çekdarên Îranê Kolberekî din birîndar kirin

zextên rejîma Îranê li ser welatiyên Kurd berdewamin.
کوردستان TV
100%

Li sînorê Baneyê êrîşî ser Kolberan kirine.

Li gor nûçeyeke navenda mafên mirovan ya Hengawê duhê li sînorê Baneyê çekdarên rejîma Îranê êrîşî ser karwaneke Kolberên Kurd kirine û di encama êrîşa han de Kolberekî Kurd yê bi navê Serwer Şerîfî temen 27 sal birîndar bûye.

Ji aliyeke din ve her duhê li bajarê Merîwanê jî hêzên rejîma Îranê êrîşî ser welatiyekî Kurd bi navê Hemze Pîrozî kirine û ev jî girtine û bo cîheke nediyar weguhastine.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.