Erdogan gef li Îsraîlê dike

dibêje me dîplomatên xwe vekêşandine.
کوردستان TV
100%

Îsraîl jî erda Erdogan dihejîne.

Piştî ku, duhê Serokkomarê Tirkiyeyê Receb Teyyib Erdogan di civîneke girseyî de yaku, bo piştîvaniya Hemasê hatibû lidarxistin ragihand ku, Hemas ne terorîste û Tirkiye amadekariyên pêwîst dike daku, Îsraîl weke tawanbarê cengî bide nasîn, Îsraîl jî bersifa Erdogan da.

Erdogan ku, bi normal kirina têkiliyan li gel Îsraîlê re dixwest abûriya welatê xwe bihêztir bike, jiber helwestên xwe yên bo piştîvanî kirina Hemasê rastî bertekên tund yên Îsraîlê hat.

Di vê derbarê de duhê wezîrê derve yê Îsraîlê Elî Kohn ragihandiye ku, Îsraîl bi ti awayî daxuyaniyên Erdogan û rayedarên din yên Tirkiyeyê qebûl nake, balyoz û dîplomatên xwe yên li Tirkiyeyê vedikêje, hemahengiya enerjî li gel Tirkiyeyê radiwestîne û wenêrînê bo têkiliyên xwe yên li gel Tirkiyeyê dike.

Rojhilata navîn Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.