Jiber êrîşên Îsraîlê ev firîn hatine rawestandin.
Çapemeniya Îranê li ser zarê rayedarên vê welatî belav kiriye ku, piştî êrîşên berdewam yên artêşa Îsraîlê bo ser Sûriye bi taybetî balefirgeha Dîmeşqê, tevahiya firînên asmanî ji Tehranê bo Dîmeşqê hatine rawestandin.
Nunerê kompaniya Elcenhe Elşam li Tehranê eşkere kiriye ku, tevahiya firînên asmanî ji Tehranê bo Dîmeşqê hatine rawestandin û sedem jî berdewamiya êrîşên Îsraîlê û nebûna ewlekariyê ye.
Ji aliyeke din ve hikûmeta Sûrî jî diyar kiriye ku, jiber êrîşên berdewam yên Îsraîlê bo ser Dîmeşqê, liv û tevgerên balefirgeha Dîmeşqê hatine rawestandin û di şûna balefirgeha Dîmeşqê de balefirgeha Laziqiyeyê tê bikaranîn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin