Îran du Mamosteyên zimanê Kurdî ceza dike

bi hinceta hewldan dijî sîstema giştî hatine girtin.
کوردستان TV
100%

Her yek bi 10 sal girtinê hatiye cezakirin.

Li gor nûçeyeke navenda mafên mirovan ya Hengawê rejîma Îranê cezayê 20 salan girtîgehê daye du Mamosteyên Kurd.

Hengawê belav kiriye ku, rejîma Îranê her yek ji Mamoste Sirwe Purmihemed û Îdirîs Minberî ku, xelkê bajarê Sineyê ne, bi hinceta têkdana sîstema giştî û hewldan bo têk birina aramiya giştî ji aliyê rejîma Îranê ve hatine girtin û her yek bi 10 sal zîndanî kirinê hatine cezakirin.

Hate zanîn ku, ev her du Mamosteyên han ji bilî çalakiyên xwe yên wêjeyî hevdem endamên navenda çandî ya Nûjînê jî bûne.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.