Hemas hawara xwe digehîne Îranê

dibêje bila Îran û Hizbulah raste rast beşdarî şer bibin.
کوردستان TV
100%

Dibêje bila Îran û hêzên din jî beşdarî şer bibin.

Endamekî komîteya navendî ya Hemasê bi navê Mûsa Ebû Merzûq ji kanala Erebiye re ragihandiye ku, di dîroka Felestînê de ev yekem şere ku, têde hijmara kuştî û birîndarên Îsraîlê ev qas zêde bin.

Mûsa Ebû Merzûq diyar kiriye ku, di wan demên dawî de eniyeke berfire bo piştîvaniya Hemas û Xezeyê hatiye avakirin ku, di nav de Çîn, Rûsye û Îran jî hene.

Ebû Merzûq herwiha daxwaz ji Hizbulah û Îranê jî kiriye ku, hawara Hemasê ve biçin û raste rast bikevin nava şerê dijî Îsraîlê.

Weke tê zanîn Îran beriya 15 rojan huşdarî dabû ku, eger şer bidome vê gavên din bavêje û li hember de jî hem Îsraîl û him jî Amerîka huşdarî dane Îranê ku, eger gavek bavêje vê raste rast li Îranê jî bidin.

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.