Berhem anîna Birincê zêde dibe

tê payîn berhema îsal zêdetir be ji 23 hezar tonan.
کوردستان TV
100%

21 hezar donim erd bi birincê hatine çandin.

Di çarçoveya bernameya hikûmeta herêma Kurdistanê ya bo piştîvanî kirina kerta çandiniyê û berhemên navxweyî yên Kurdistanê de, îsal jî kerta çandiniyê gavên gelek girîng avêtiye.

Piştî henarde kirina henar û petatên Kurdistanê bo welatên derve, vê carê Cotkarên Kurd dest bi çandina birincê kirine û tenê li parêzgeha Dihukê 21 hezar donim erd bi birincê hatine çandin û tê payîn berhema îsal ya birincê zêdetir be ji 23 hezar tonan.

Cotkar jî behsa vê yekê dikin ku, netenê li ser asta navxweyî belku li ser asta derve jî xwestek li ser birinca Kurdî zêde bûye û sedema vê yekê jî baş bûna cureya birinca Kurdiye.

Nûçe Aborî

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.