Vê carê êrîş li Hesekê pêk hatiye.
Li gor zaniyariyên berdest, duhê direngiya şevê komên çekdar yên ser bi Îranê êrîşî ser hêzên Amerîkî yên li parêzgeha Hesekê kirine.
Ev cara yekeme ku, êrîşî ser vê navenda han ya hêzên Amerîkî were kirin.
Zaniyariyên heyî behsa vê yekê dikin ku, duhê direngiya şevê bi mûşekan êrîşî ser navenda leşkerî ya hêzên Amerîkî ya li Til Hecer ya li parêzgeha Hesekê hatiye kirin.
Ti zirareke vê êrîşa han çê nebûne û mûşek jî li derdorê vê navenda leşkerî ketine erdê.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin