Îro şeşemîn salvegera lehengiya Sihêlayê ye

Sihêla bû xala werçerxanê bo dîroka Kurdistanê.
کوردستان TV
100%

Hêzên pêşmerge poza dagîrkeran şikand.

Piştî xiyaneta 16ê Cotmehê hêzên dagîrker yên navxweyî û herêmî bi awayeke komî êrîşî ser Kurdistanê kirin û xwestin Kurdistan dagîr bikin.

Di encama pevçûnên dijwar de hêzên pêşmerge karîn derbên gelek dijwar li dagîrkeran bidin.

Piştî dastana qehremanî ya Pirdê, hêzên pêşmerge karîn li sêgoşeya Sihêlayê jî derbeke dijwar li dagîrkeran bidin û poza wan bişkînin û dagîrker neçar bikin ku, paşve bikêşin.

Dastana Sihêlayê bû sedema guhertina hevsengiyan jiber ku, Îran, Tirkiye û Îraq tevahiya hewlên xwe bo dagîr kirina Sihêlayê bi tevger kiribûn.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.