Çarenivîsa wan girtiyan heta niha nediyare.
Li gor nûçeyeke navenda mafên mirovan ya Hengawê, roja duşem û sêşemê rejîma Îranê li bajarên Sine û Merîwanê du welatiyên din yên Kurd girtiye.
Hengawê diyar kiriye ku, welatiyek bi navê Wiriya Îbrahîmî li Sine û Soran Sehragerd li Merîwanê ji aliyê hêzên ewlekarî yên rejîma Îranê ve hatine girtin û rixmî hewldanên kesûkarên wan lê heta niha ti zaniyariyek derbarê çarenivîsa wan de nehatiye bidestxistin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin