Duhê bişev û îro danê sibê jî êrîş dom kirin.
Li gor zaniyariyên ku, Peyamnêrê me yê li devera Amêdiyê dane, duhê bişev balefirên şer yên Tirkiyeyê êrîşî ser navendên gerîlayên pkk li derdorê Şêladizê kirine.
Peyamnêrê me eşkere kiriye ku, duhê bişev çend navçeyên ser bi çiyayê Garê bi dijwarî ji aliyê Tirkiyeyê ve hatine bordimankirin lê heta niha derbarê zirarên bordimanê de ti zaniyarî nehatine bidestxistin.
Ji aliyeke din ve îro pênceşm danê sibê li devera Sîdekanê jî dronên Tirkiyeyê êrîşî ser tirimbîleke gerîlayên pkk kirine û heta niha derbarê zirarên vê êrîşê de jî ti zaniyarî nehatine bidestxistin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin