Kompaniyên Îspanî li Kurdistanê hêlbirînê dikin

Kompaniyên Îspanî li Kurdistanê hêlbirîna xwe zêdetir dikin.
کوردستان TV
100%

Duhê konferanseke hevbeş bo kompaniyên Îspanî û Kurdistanî hatiye lidarxistin.

Di çarçoveya pêşengeha SEPOR yaku, duhê li herêma Lorka ya Îspaniyayê hatibû lidarxistin, nuneratiya hikûmeta herêma Kurdistanê li gel hijmareke zêde xwedan kompaniyên Îspanî civiya.

Di civînê de ku, weeke konferansek hatibû lidarxistin, rixmî wezîra  çandiniyê Bêgerd Talebanî û wezîrê bazirganî û pîşesazî yê hikûmeta herêma Kurdistanê Kemal Musilim, hevdem nunerê hikûmeta Kurdistanê yê li Îspanyayê jî têde beşdar bûn, behsa derfetên karî û hêlbirînê li Kurdistanê hate kirin.

Aliyên beşdar li ser navê hikûmeta herêma Kurdistanê ji kompaniyên Îspanî re ragihandin ku, derfetên gelek baş hene bo hêlbirîna kompaniyên Îspanî û hikûmeta herêma Kurdistanê jî her cure karasaniyek pêşkêşî wan dike.

Ji aliyê xwe ve nunerên kompaniyên Îspanî jî amadebûn û xwesteke xwe bo hêlbirînê û cîhbicîh kirina projeyên girîng li Kurdistanê diyar kirin.

Nûçe Kurdistan Aborî

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.