Debistaneke nû li Hewlêrê hate vekirin

dibêje lazime Xwendekar hînî nîştimanperweriyê werin kirin.
کوردستان TV
100%

Ji aliyê Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî ve hate vekirin.

Îro li Hewlêrê bi merasîmeke fermî ku, têde Serokwezîr û wezîr û çend rayedarên din yên hikûmeta Kurdistanê û karmendên debistan û xwendekarên debistanê jî têde amadebûn, debistana Macidî li Hewlêrê hate vekirin.

Ev debistana han ji çend beşan pêk hatiye û di dema vekirinê de jî Serokwezîr Mesrûr Barzanî gotareke kurt pêşkêş kir û kêfxweşiya xwe li hember vekirina vê debistana han diyar kir û ragihand ku, lazime xwendekar hînî nîştimanperwerî, jîngehparêzî û hez ji hevûdu kirinê werin kirin.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.