Amerîka: Em li hember wan êrîşan bêdeng nabin

di nava hefteyekê de ev êrîşên han pêk hatine.
کوردستان TV
100%

Dibêje 13 caran êrîşî ser hêzên me hatiye kirin.

Wezareta berevanî ya Amerîkayê derbarê êrîşên ser hêzên Amerîkî yên li Îraq û Sûriyeyê de daxuyaniyek belav kiriye.

Di daxuyaniya wezareta berevanî ya Amerîkayê de hatiye diyarkirin ku, di nava hefteyekê de li Îraq û Sûriyeyê bi giştî 13 caran bi mûşek û dronan êrîşî ser hêzên Amerîkî hatiye kirin.

Di beşeke din ya vê daxuyaniyê de hatiye eşkere kirin ku, êrîş ti zirarên canî lipey nebûne û hêzên Amerîkî jî karîne piraniya wan pûç bikin.

Di dawiya daxuyaniya han de tekez li ser vê yekê hatiye kirin ku, vê Amerîka bersifeke tund û dijwar bide wan êrîşan.

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.