Sûdanî jî dest bi liv û tevgerên berfire kiriye.
Li gor nûçeyeke Elereb Elcedîd Amerîka derbarê êrîşên wan dawî de yên bo ser hêzên Amerîkî li Îraqê bi dijwarî gef li Serokwezîrê Îraqê Mihemed Sûdanî kiriye.
Çavkaniyê li ser zarê rayedarekî Îraqî ku, nexwestiye navê xwe eşkere bike belav kiriye ku, Amerîka ji Sûdanî re gotiye eger êrîşên bi dawî nebin vê Amerîka bi dijwarî bersif bide û komên çekdar bi temamî ji nav bibe.
Ji ber vê yekê jî ev sê roje Sûdanî bi berdewamî li gel rayedarên komên çekdar û baskên wan yên siyasî li ser vê mijarê dicive lê heta niha nikariye pêşiya wan êrîşan bigire.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin