Kesek canê xwe ji dest daye.
Li gor daxuyaniya hêzên hawar hatinê yên li Silêmanî, îro danê sibê zû agir bi kargeheke mezin ya qîrê ketiye.
Di encama bûyera han de şewateke mezin jî çê bûye û di encama şewatê de kesek jî canê xwe ji dest daye.
Hêzên hawar hatinê yên li Silêmanî eşkere kirine ku, hewlên xwe bi tevger kirine daku, rê nedin ev şewata han mezin be û bigehêje kargehên din.
Heta niha sedema vê şewatê nehatiye zelalkirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin