John Kirby: Îran asankariyên zêde dike

dibêje Amerîka bi ti awayî bêdeng nabe.
کوردستان TV
100%

Dibêje destê Îranê di wan êrîşan de heye.

Qordînatorê giştî yê konseya ewlekariya nîştimanî ya Amerîkayê John Kirby derbarê êrîşên wan rojên dawî yên ku, li Rojhilata Navîn bo ser hêzên Amerîkî têne kirin daxuyanî da.

John Kirby eşkere kiriye ku, piştî destpê kirina şerê navbera Îsraîl û Hemasê, êrîşên dijî hêzên Amerîkî li Îraq û Sûriyeyê zêde bûne û zaniyariyên bawermend di destê me de hene ku, Îran bo pêk anîna wan êrîşan karasaniyên gelek zêde û baş bo komên çekdar yên ser bi Îranê dike.

Nav hatî rixmî diyar kirina dilgiraniya Amerîkayê ya li hember wan êrîşan, hevdem diyar kiriye k u, Amerîka li hember wan êrîşan bêdeng nabe.

Weke tê zanîn di nava hefteyekê de sê car êrîşî ser navenda leşkerî ya Tenef ya hêzên Amerîkî li Sûriye, çar caran êrîşî ser navenda Eyn Esed li Îraqê û carek jî êrîşî ser navenda hêzên Amerîkî li Herîrê hatiye kirin.

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.