Rejîma Îranê ciwanekî Kurd qetil kir

li ser rêya navbera Merîwan û Seqizê hatiye kuştin.
کوردستان TV
100%

3 kolber jî hatine birîndarkirin.

Navenda mafên mirovan ya Hengawê ragihand ku, roja yekşemê hêzên îtlaata Îranê li bajarê Seqizê ya li Rojhilatê Kurdistanê lipey ciwanekî Kurd ketine û êrîşî ser wî kirine.

Ev ciwan Kurd yê ku, navê xwe Wahêd Qadirî temen 23 sale dema bi vê dihese ku, îtlaat lipey wî ye, ber bi bajarê Merwîanê ve direve lê di rêde îtlaat dîsa êrîşî ser wî dike û canê xwe ji dest dide.

Dîsa roja yekeşmê li navçeya Newsûdê ya li devera Hewramanê hêzên çekdar yên rejîma Îranê êrîşî ser karwaneke Kolberên Kurd kirine û di encama vê êrîşa han de 3 kolberên Kurd birîndar bûne.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.