Her du jî jinin.
Peyvdarê Hemasê Ebû Obeyide ragihandiye ku, duhê duşem Hemas du dîlên din yên medenî yên Îsraîlî azad kiriye.
Ebû Obeyide eşkere kiriye ku, duhê di encama hewldanên Misir û Qeterê de du jinên 80 û 85 salî yên Îsraîlî yên ku, di 7ê Cotmehê de bidîl hatibûn girtin radestî komîteya Xaça Sor ya Navnetewî hatine kirin û hatine azadkirin.
Weke tê zanîn hefteya derbasbûyî Hemas du dîlên din azad kiribû ku, xelkê Amerîkayê bûn û dîlên azad kirî jî dayikek û keça vê bûn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin