Kurdistan û Pakistan têkiliyên xwe bihêztir dikin

balyozê Pakistanê xatir ji Serokwezîrê Kurdistanê xwest.
کوردستان TV
100%

Serokwezîr li gel balyozê Pakistanê civiya.

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel balyozê Pakistanê yê li Îraqê civiya û piştî civînê jî Serokwezîr derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;

Îro me pêşwaziya balyozê Pakistanê yê li Îraqê birêz Ehmed Emced Elî kir ku, jiber bi dawî hatina pîwerdariya xwe serdana me kiribû.

Di civînê de me giftûgo derbarê bihêztir kirina têkiliyên du alî bi taybetî di warê bazirganî û hêlbirînê de kir.

Me spasiya balyozê Pakistanê kir bo hewldanên wî y ên bo pêşde birina têkiliyên navbera herêma Kurdistan û Pakistanê û hêviya serkeftinê jî di pîwerdariya nû de jê re xwest.

Balyozê Pakistanê jî rixmî stayîş kirina pêşkeftin û avedaniya herêmê, rêzdariya xwe ya li hember aliyên têkildar yên hikûmeta herêma Kurdistanê bo hevkarî û piştîvanî kirina wî bo serxistina pîwerdariya xwe, diyar kir.

 

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.