Dibêje neçin Îraqê mimkune êrîşî ser we were kirin.
Hikûmeta Amerîkayê duhê bişev daxuyaniyek belav kiriye û têde huşdarî daye welatiyên xwe ku, serdana Îraqê nekin.
Hikûmeta Amerîkayê di daxuyaniya han de diyar kiriye ku, nabe welatiyên Amerîkî serdana Îraqê bikin û ev welatiyên Amerîkî yên li Îraqê jî lazime bilez ji Îraqê derkevin û gelek baldar bin jiber mimkune ji aliyê komên çekdar ve êrîşî ser wan were kirin.
Amerîka herwiha daxwaz ji welatî, dîplomat û karmendên xwe kiriye ku, bi ti awayî bi rêya balefirxaneya Bexdayê hatûçû nekin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin