Wezareta pêşmerge daxwaza lêkolîna bilez dike

şehîd û birîndarên vê şerê jî hene.
کوردستان TV
100%

Duhê şer di navbera pêşmerge û artêşa Îraqê de qewmî bû.

Duhê li çiyayê Qereçoxê di navbera hêzên pêşmerge û artêşa Îraqê de şereke kurt qewmî bû û di encama şera hanê de şehîd û birîndar jî çê bûn.

Derbarê vê bûyera han de îro wezareta pêşmerge ya hikûmeta Kurdistanê daxuyaniyek belav kiriye û rixmî ku, dilgiraniya xwe ya li hember vê bûyerê diyar kiriye, hevdem daxwaza lêkolîneke bilez li ser vê bûyerê û sedemên vê kiriye.

Wezaretê di daxuyaniya xwe de tekez li ser pêbendiya hêzên pêşmerge bo kar kirin li gel hikûmeta federalî bo dabîn kirina asayîş û ewlekarî ya Îraqê kiriye.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.