Yek ji mûşekan di nava navendê de ketiye erdê.
Jêderên çapemeniyê diyar kirin ku, kêliyek beriya niha bi sê mûşekên ji cureya Graad êrîşî ser navenda leşkerî ya hêzên Amerîkî ya Eyn Esed hatiye kirin.
Hate zanîn ku, mûşek ji gundeke ser bi nahiyeya Bexdadî ya li nêzî vê navendê hatine avêtin û yek ji mûşekan ketiye nava navenda leşkerî û du mûşekên din jî ji aliyê sîstema berevanî ve hatine pûçkirin û li derdorê navendê ketine erdê.
Ji aliyeke din ve şeva derbasbûyî jî dîsa êrîşî ser vê navendê hatibû kirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin