Dibêje armanc bihêz kirina Amerîka û Îsraîlê ye.
Wezîrê berevanî yê Amerîkayê Lloyd Austin ragihand ku, hikûmeta vê welatî biryar daye daku, bi mebesta parastina hêzên Amerîkî, bihêztir kirina pêgeha Amerîkayê li deverê û afirandina derfetên êrînî bo ku, Îsraîl bikaribe baştir berevanî ji xwe bike, sîstemên berevanî yên zêdetir li Rojhilata Navîn de bicîh bike.
Lloyd Austin behsa vê yekê kiriye ku, niha amerîka her du cure sîstemên berevanî THAAD û Patriot li Rojhilata Navîn de çalak kiriye.
Ev biryara Amerîkayê di demekê deye ku, piştî destpê kirina şerê navbera Îsraîl û Hemasê li Îraqê çend caran êrîşî ser hêzên Amerîkî tê kirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin