Du balefirgehên Sûriyeyê ji kar ketin

cebelxane û karwana locistîkî ya komên çekdar hatiye jinavbirin.
کوردستان TV
100%

Îsraîl êrîşî ser wan kiriye.

Li gor çapemeniya Sûrî duhê bişev artêşa Îsraîlê bi mûşek êrîşî ser her du balefirgehên Heleb û Dîmeşqê kiriye.

Çapemeniya Sûrî eşkere kiriye ku, di encama êrîşên Îsraîlê de bo ser wan her du balefirgehan, ev her du balefirgeh ji kar ketine û liv û tevgerên li wan balefirgehan rawestane.

Her çend çapemeniya Sûrî eşkere nekiriye lê hin çavkanî qala vê yekê dikin ku, Îsraîl navendên komên çekdar yên ser bi Îranê li balefirgeha Helebê û karwaneke çek û cebelxaneyan ya wan çekdaran li Dîmeşqê bordiman kiriye.

Rojhilata navîn Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.