Îsraîl: Di demeke nêz de dest bi operasiyonê dikin

dibêje heta Hemas mabe operasiyonên me jî berdewam dibin.
کوردستان TV
100%

Dibêje armanca me ji nav birina Hemasê ye.

Serokerkanê giştî yê artêşa Îsraîlê Hertsy Halwy diyar kiriye ku, amadekariyên wan bo operasiyona bejahî berdewamin û di demeke nêz de vê hêzên Îsraîlî derbasî Xezeyê bibin.

Hertsy Halwy ji kanala cnn re diyar kiriye ku, artêş amadekariyên hewce kiriye û di demeke nêz de dest bi operasiyona bejahî tê kirin û armanca Îsraîlê jî ji nav birina Hemasê ye û heta yek endamê Hemasê mabe vê Îsraîl berdewam be li ser operasiyonên xwe.

Weke tê zanîn ev 16 roje şer di navbera Îsraîl û Hemasê de berdewame û heta niha 1400 Îsraîlî hatine kuştin û 200 kes jî dîl hatine girtin û li hember de jî nêzî 5 hezar kes li Xezeyê hatine kuştin û bi deh hezaran kes jî birîndar bûne.

Nûçe Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.