Dîsa êrîşî ser hêzên Amerîkî hate kirin

ti zirareke wan êrîşan nebûye.
کوردستان TV
100%

Li Herîr û Enbarê êrîşî ser hêzên Amerîkî hatiye kirin.

Li gor zaniyariyên berdest şeva derbasbûyî dîsa bi dron û mûşekan êrîşî ser du navendên hêzên Amerîkî hatiye kirin.

Hate zanîn ku, bi droneke bombekirî êrîşî ser hêzên leşkerî yên Amerîkî yên li Herîrê hatiye kirin lê dron beriya bigehêje cîhê mebest ji aliyê hêzên Amerîkî ve hatiye xistin.

Her duhê şev bi mûşekan êrîşî ser navenda leşkerî ya Amerîkî a Eyn Esed li parêzgeha Enbarê ya li Rojavayê Îraqê hatiye kirin û mûşek li derdorê vê navendê ketine erdê û ti zirareke wan nebûye.

 

Rojhilata navîn Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.