Deriyê sînorî yê Refayê hate vekirin

yekem karwana hevkariyên însanî gehêşte Xezeyê.
کوردستان TV
100%

Kêliyek beriya niha karwana hevkariyan derbas bû.

Li gor çapemeniya Îsraîlî, îro hikûmeta Îsraîlê rê daye ku, bi mebesta gehandina hevkariyên însanî bi xelkê Xezeyê deriyê sînorî yê di navbera Xeze û Misirê de were vekirin.

Çapemeniya Îsraîlî diyar kiriye ku, kêliyek beriya niha derî hatiye vekirin û yekem karwana hevkariyên însanî derbasî Xezeyê bûye.

Îsraîl bi merc razîbûye derî were vekirin û mercê sereke yê Îsraîlê jî eve ku, nabe hevkarî bigehêjin destê Hemasê beruvajî vê deriyê bi yekcarî daxe.

Weke tê zanîn hefteya derbasbûyî Serokê Amerîkayê Jeo Biden çûbû Îsraîlê û rayedarên vê welatî bo vekirina deriyê razî kiribû.

Nûçe Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.