Di konferansa derfetên geşepêdanê de gotarek pêşkêş kir.
Îro li Hewlêrê bi amadebûna Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokê bankaya navendî ya Îraqê konferansa derfetên geşepêdanê destpê kir.
Di konferansa han de Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî gotareke pêşkêş kir û ragihand ku, armanca hikûmeta herêma Kurdistanê eve ku, tevahiya karmendên hikûmetê bike xwedan hijmara min û karta bankî û peredar kirina kaş nehêle.
Serokwezîrê Kurdistanê herwiha diyar kir ku, hikûmeta herêma Kurdistanê di vê warî de dest bi reformên gelek girîng kiriye û di encama wan reforman de jî hate niha gelek destkeftên baş hatine bidestxistin.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî diyar kir ku, rixmî astengî û kêşeyên heyî, bi taybetî di warê darayî de, lê hikûmeta herêma Kurdistanê kariye gavên gelek baş bavêje û projeyên baş cîhbicîh bike.
Mesrûr Barzanî di beşeke din ya gotara xwe de ragihand ku, hikûmeta herêma Kurdistanê hevkarî û hemahengî li gel bankayan dike daku, xizmetgozarî û prosesa pêşkêş kirina xizmetgozariyan bileztir bibe û armanca me bihêztir kirin û çalakkirina sîstema bankiye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin