Dibêje tevahiya dîlên xwe rizgar dikin.
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamîn Netanyahu derbarê şerê navbera Îsraîl û Hemasê de ragihand ku, hewldanên me yên bo rizgar kirina tevahiya dîlên Îsraîlî yên di destê Hemasê de berdewam dibin.
Netanyahu tekez li ser vê yekê kiriye ku, şerê wan heta serkeftinê berdewam dibe û armanca wan ji nav birina yekcarî ya Hemasê ye.
Ji aliyeke din ve duhê bişev Hemas du dîl ku, welatiyên Amerîkîne azad kiriye û hevdem Netewên Yekgirtî jî dibêje heta niha 16 karmendên NY hatine kuştin.
Herwiha hate zanîn ku, hevkariyên gelek zêde bo Xezeyê hatine şandin û niha li ber deriyê sînorî yên Refayê ne lê heta niha Îsraîl îzin nedaye hevkarî derbas bibin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin