Sîstema tendirostî li Xezeyê herifî

dibêje karesatên mezin yên însanî diqewmin.
کوردستان TV
100%

NY jî derbarê rewşa însanî de huşdarî dide.

Cîgirê Sekretrê giştî yê Netewên Yekgirtî yê bo karûbarên însanî Martin Griffiths derbarê rewşa însanî û tendirostî li Xezeyê huşdarî dide.

Martin Griffiths ragihandiye ku, jiber berdewamiya şer di navbera Îsraîl û Hemasê de tirajediyên însanî li Xezeyê diqewmin û rewş  her ku, diçe aloztir dibe.

Nav hatî eşkere kiriye ku, niha li Xezeyê ti xizmetgozariyeke tendirostî nayê pêşkêşkirin û rewşa tendirostî li Xezeyê bi temamî herifiye.

Weke tê zanîn ev zêdetir ji 13 rojane şer û pevçûn di navbera Îsraîl û Hemasê de didome û di encama şer û pevçûnan de gelek kes canê xwe ji dest dane û bi hezaran kes jî birîndar bûne.

Nûçe Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.