Amerîka jî huşdarî dide welatiyên xwe yên li Tirkiyeyê

dibêje eger heye êrîşî ser me were kirin.
کوردستان TV
100%

Konsulusxaneya  xwe ya li Adanayê daxist.

Piştî berfiretir bûna aloziyên taybet bi Îsraîl û Xezeyê û destpê kirina xwepîşandanên dijî Îsraîlê li Tirkiyeyê, Amerîka jî huşdarî da welatiyên xwe yên li Tirkiyeyê.

Di vê derbarê de Konsulusxaneya Amerîkayê ya li Adanayê huşdarî daye welatiyên Amerîkî û ragihandiye ku, mimkune êrîşî ser welatiyên Amerîkî were kirin lewre lazime welatiyên Amerîkî baldar bin û xwe biparêzin.

Di daxuyaniya Konsulusxaneyê de hatiye eşkere kirin ku, Konsulusxaneya Amerîkayê ya li Adanayê heta demeke nediyar hatiye daxistin û tevahiya çalakiyên xwe yên dîplomatîkî rawestandiye.

weke tê zanîn duhê Îsraîl jî daxwaz ji welatiyên xwe kiribû bilez ji Tirkiyeyê derbikevin.

Rojhilata navîn Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.