Îran xwestibû balyozên Îsraîlê derbikin.
Li gor nûçeyeke dengê Amerîkayê beriya du rojan wezîrê derve yê Îranê ji welatên endamên OPEC û herwiha welatên endam di civata hevkariya kendavê de daxwaz kiribû daku, di warê petrolê de dorpêç bixin ser Îsraîlê û balyozên Îsraîlê li welatên xwe derbikin.
Li ev her du saziyên han bersifa Îranê dane û ragihandine ku, ne dorpêç dixin ser Îsraîl û ne jî balyozên Îsraîlê der dixin.
Herwiha ev her du saziyên han civîna bilez yaku Îran dixwest were lidarxistin red kirine.
Îran di şerê navbera Xeze û Îsraîlê de netenê piştîvaniya Hemasê dike belku, daxwaz ji welatên din jî dike weke Îranê tevbigerin û şerê Îsraîlê bikin lê ti welatek heta niha daxwaza Îranê qebûl nekiriye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin