Kurdistan rê bi madeyên hişber nade

di destpêka vê hefteyê de konferanseke taybet jî hatibû organîzekirin.
کوردستان TV
100%

Di nava 6 mehan de zêdetir ji 700 kes hatine girtin.

Peyvdarê navenda rûbirû bûna madeyên hişber li herêma Kurdistanê Mihemed Ehmed ji rojnameya Sebah ya Îraqî re ragihandiye ku, Kurdistan bi ti awayî rê bi madeyên hişber, bazirganî kirin bi wan û bikar anîna wan nade û li hember bazirganên madeyên hişber bi tundî tevdigere.

Ehmed eşkere kiriye ku, di 6 mehên sala 2023an de li Hewlêr û derdorê bi giştî 760 bazirgan û bikarhênerên madeyên hişber hatine girtin.

276 ji wan girtiyan bazirgan û qaçaxçiyên madeyên hişber û ewin din jî bikarhênerên madeyên hişber bûne.

Weke tê zanîn di destpêka vê hefteyê de jî li Hewlêrê konferansek bi navê konferansa rûbirû bûna madeyên hişber hatibû lidarxistin.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.