Xamneyî jî gef li Îsraîlê dixwe

dibêje hêzên eniya berxwedanê derbeke din ya dijwar li Îsraîlê didin.
کوردستان TV
100%

Dibêje kes nikare pêşiya wan hêzan bigire.

Rêberê şoreşa Îranê Elî Xamneyî di gotareke xwe de ya derbarê şerê navbera Hemas û Îsraîlê de gef li Îsraîlê kiriye û dibêje lazime Îsraîl dawî bi êrîşên xwe bîne.

Elî Xamneyî ji Îsraîlê re gotiye ku, eger êrîşên Îsraîlê berdewam bin vê demê hêzên eniya berxwedanê jî dikevin tevgerê û kes nikare pêşiya wan bigire û derbeke din ya gelek dijwar li Îsraîlê didin.

Xamneyî eşkere kiriye ku, êrîşên Hemasê yên bo ser Îsraîlê nîşaneya şikesta Îsraîlê ye û Îsraîl çi jî bike nikare vê şikesta xwe veşêre.

Ji aliyeke din ve Amerîka jî bi berdewamî huşdarî li Îranê dide û dibêje eger Îran beşdarî şer bike vê demê Amerîka raste rast êrîşî ser Îranê dike.

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.