Astengiyên berdem prosesa hêlbirînê tên rakirin

prosesa hêlbirînê tê pêşde birin.
کوردستان TV
100%

Serokwezîr li gel Hêlbirênerên Kurdistanê civiya.

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel Hêlbirênerên Kurdistanê civiya û piştî civînê jî wisa nivîsand;

Îro li gel hijmareke Hêlbirênerên herêma Kurdistanê civiyan.

Di civînê de me behsa vê yekê kir ku, kabîneya 9an ya hikûmeta herêma Kurdistanê her di destpêka destbikar bûna xwe de girîngiyeke gelek zêde bi pêşde birina prosesa hêlbirînê daye û bo pêşkêş kirina her cure asankariyên pêwîst bo Hêlbirênerên navxwe û biyanî û herwiha nehêştina kêşe û astengiyên berdem Hêlbirêneran hewldanên xwe bi tevger kiriye.

Me tekez li ser vê jî kir ku, heta niha pêngavên baş hatine avêtin bo pêşde birina hêlbirînê lê armanca me eve ku, pêngavên zêdetir di vê warî de bavêjin.

Me di berdewamiya civînê de behsa reformên hikûmeta herêma Kurdistanê yên bo ektiv kirina sîstema bankî û dîcîtalîzekirina xizmetgozariyên giştî bi taybetî xizmetgozariyên darayî.

Me spasiha Hêlbirêneran û kerta taybet ya herêma Kurdistanê kir ku, hevkar û alîkar û hemahengîker bûn li gel hikûmeta herêma Kurdistanê bo cîhbicîh kirina projeyên hevbeş bi armanca geşe pêdana abûrî û binyatnana jêrxaneke bihêz û afirandina derfetên karî yên zêdetir.

Di dawiya civînê de me bersifa çend pirs û têbîniyên beşdarbûyan da ku, bi armanca zêdetir pêşde birina prosesa hêlbirînê li herêma Kurdistanê de hatibûn pêşkêşkirin.

 

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.