Ji aliyê Rûsyeyê ve hatine kuştin.
Fermandariya hêzên Rûsî yên li Sûriyeyê ragihandiye ku, di nava 24 seatan de 3 car êrîşî ser navendên pîşesaziya tirimbîl û çek ya cîhadiyan li Îdlibê hatiye kirin.
Di daxuyaniya han de hatiye eşkere kirin ku, balefirên Rûsî di nava 24 seatan de 3 caran êrîşî ser navendên temîr kirina tirimbîlên leşkerî yên cîhadiyan li Îdlibê kirine û di encam de navendên han hatine jinavbirin û gelek tirimbîl jî hatine şewitandin.
Her di heman daxuyaniyê de behsa vê yekê jî hatiye kirin ku, di encama wan êrîşan de herî kêm 20 cîhadî jî hatine kuştin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin