Artêşa Îraqê gundeke Kurdan dagîr kir

gundê hanê sembola enfal kirina Kurdane.
کوردستان TV
100%

Zorê li şêniyên gund dike daku ji gundê bar bikin.

Îro duşem 16ê Cotmehê artêşa Îraqê li devera Topzava ya ser bi Kerkûkê çû ser gundeke Kurdan û bi darê zorê şêniyên gund der dike.

Ev gunda ku, niha artêşa Îraqê dixwaze vala û dagîr bike, di dema Sedam de, bibû sembola enfalkirina Kurdan jiber ku, vê demê jî navendeke leşkerî ya Îraqê li vê gundê hebû.

Niha jî artêşa Îraqê dîsa çûye ser vê gundê û bi hinceta vê yekê ku, berê ev der leşkergeh bûye niha dixwaze vê gundê dagîr bike û şêniyên gundê jê derbixe.

Li hember de jî şêniyên gundê dijî vê pêngavê rawestane û dibêjin em gundê xwe vala nakin û lazime aliyên têkildar bilez vê kêşeya han çareser bikin.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.