Kurdistan û Îraq hemahengiya xwe zêdetir dikin

dixwazên têkiliyên xwe berfiretir bikin.
کوردستان TV
100%

Di warê sporê de dixwazên karên hebveş bikin.

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel wezîrê spor û karûbarên ciwanan ya Îraqê civiya û piştî civînê jî wisa nivîsand;

Îro me pêşwaziya wezîrê karûbarê ciwanan û spore ya hikûmeta federalî birêz Ehmed Elmubereq kir.

Di civînê de me behsa rewşa spor û ciwanan li Îraq û herêma Kurdistanê û pêwîstiya bihêztir kirina hevkarî û hemahengiya navbera dezgehên têkildar yên herêma Kurdistanê û hikûmeta federalî kir.

Me tekez li ser girîngiya beşdarî kirina herêma Kurdistanê di çalakiyên sporê yên navnetewî û kar kirin bo organîzekirina çalakiyên werzişî yên navnetewî li herêma Kurdistanê bi hemahengiya dezgehên têkildar yên hikûmeta federalî kir.

Wezîrê karûbarên ciwanan û spore ya hikûmeta federalî xwestek û amadebûn bo pêşkêş kirina hevkariyên werzişî û pêşde birina hemahengiya li gel aliyên têkildar yên hikûmeta herêmê diyar kir.

 

 

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.